Mîrnişîna Îmarata Erebî balyozxaneya xwe li herêma Kurdistanê vedike
Berpirsê têkiliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê di vê barêde xuyakir: hikumeta Îmaratê bi niyaze qunsilxaneya xwe li Hewlera paytexta herêma Kurdistanê veke, ji bo vê yekê razîbûna hikumeta Îraqê û herêma Kurdistanê wergirtiye.
Felah Mistefa got: ta niha demek destnîşankirî tune ji bo vekirina kunsilxaneya xwe, belku tenê destûra vekirinê wergirtiye.
Niha hejmarek welatan qûnsilxaneyên xwe li hewlêrê vekirine, ku qunsilxaneyên welatên Erebî jî di nava de hene.
malpera xendan