• Saturday, 30 November 2024
logo

Hevseroka KCDê Aysel Tugluk hat Herêma Kurdistanê

Gulan Media March 15, 2011 Nûçe
Hevseroka KCDê Aysel Tugluk hat Herêma Kurdistanê
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk, bi armanca ku Serokomarê Iraqê Celal Talebanî vexwîne pîrozbahiyên Newrozê yên Tirkiyeyê, hat Herêma Kurdistanê.

Tugluk, berî ku ji Deriyê Xabûrê derbasî Herêma Kurdistanê bibe, daxuyaniyek da rojnamevanan û got, ew bi armanca ku serdana Serokomarê Iraqê Celal Talebanî bike hatiye. Tugluk got, bo pîrozbahiyên Newrozê ew ê Talebanî vexwîne Tirkiyeyê û derbarî pêşketinan de jî dê nêrîna wî bigre.

Derbarî pîrozbahiyên Newrozê de jî Tugluk got, Newroz êdî ne tenê cejn e, îradeya siyasî ya gelê kurd nîşan dide û wiha pêde çû, “Bo ku bi milyonan kes, bi armanca çareserkirina pirsa kurdî derdikevin qadan jî girîng e. Bo vê, helwesta hikumetê ya hemberî daxwaza gel jî girîng e. Hêviya me ew e ku, daxwazên roja Newrozê ji hêla hikumetê ve bên guhdarkirin û bibe sedema gavên berbiçav ên çareseriyê. Bi rastî jî pêvajo veguhere tundî yan jî çareserî nediyar e. Ger daxwazên gel bên guhdarkirin, ev yek dê pêşiya çareserî û aştî veke.”

Ser pirsa rojnavenan a derbarî êrişa ser hunermend İbrahim Tatlises jî Tugluk got, ew pir xemgîn e û daxwaza saxî û selametî bo wî kir.

(AKnews)
Top