Îro bi amadebûna Nêçirvan Barzanî roja azadkirina Duhokê hat pîrozkirin
Nêçîrvan Barzanî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî hemû xelkê herêma Kurdistanê bi giştî û yê Duhokê bi taybetî kir û ragihand, ku îro xelkê herêma Kurdistanê careka din du bîrewerîyên dîrokî bi bîr tînin, ku ew jî salvegera ji dayikbûna Barzanî yê nemir û azadkirina bajarê Duhokê ne.
Nêçîrvan Barzanî behsa rewşa niha ya herêma Kurdistanê jî kir û da xuyakirin, ku gerek ezmona herêma Kurdistanê bê parastin, ji ber ku ew ezmon bi hêsanî bi dest ve nehatiye.
Cigirê serokê PDK weha jî got, ku hinek alî tenê behsa kêmasîyan dikin û dixwazin bi navê daxwazên xwepêşanderan rewşa herêmê jî aloz bikin û ragihand, ku ew bi daxwazên xwepêşanderan re ne, belê ew ewan pîkolan qebûl nakin, ewên ku dixwazin rewşa herêmê aloz bikin û eamona herêma Kurdistanê têk bidin. PNA