• Friday, 29 November 2024
logo

Îro bi amadebûna Nêçirvan Barzanî roja azadkirina Duhokê hat pîrozkirin

Gulan Media March 14, 2011 Nûçe
Îro bi amadebûna Nêçirvan Barzanî roja azadkirina Duhokê hat pîrozkirin
Îro bi helkefta serhildana bajarê Duhokê û ji dayikbûna Mistefa Barzanî yê nemir ahengek cemwerî berfireh bi amadebûna cîigirê serokê PDK Nêçîrvan Barzanî hat sazkirin.

Nêçîrvan Barzanî pîrozbayiyên xwe pêşkêşî hemû xelkê herêma Kurdistanê bi giştî û yê Duhokê bi taybetî kir û ragihand, ku îro xelkê herêma Kurdistanê careka din du bîrewerîyên dîrokî bi bîr tînin, ku ew jî salvegera ji dayikbûna Barzanî yê nemir û azadkirina bajarê Duhokê ne.

Nêçîrvan Barzanî behsa rewşa niha ya herêma Kurdistanê jî kir û da xuyakirin, ku gerek ezmona herêma Kurdistanê bê parastin, ji ber ku ew ezmon bi hêsanî bi dest ve nehatiye.

Cigirê serokê PDK weha jî got, ku hinek alî tenê behsa kêmasîyan dikin û dixwazin bi navê daxwazên xwepêşanderan rewşa herêmê jî aloz bikin û ragihand, ku ew bi daxwazên xwepêşanderan re ne, belê ew ewan pîkolan qebûl nakin, ewên ku dixwazin rewşa herêmê aloz bikin û eamona herêma Kurdistanê têk bidin. PNA
Top