Colemêrg di 16'ê Adarê de reş girê dide
Platforma Demokrasiyê ya Colemêrgê, ji bo şermezarkirina komkujiya Helebçeyê a di 16'ê Adara 1988'an de ji aliyê rejîma Sedam Huseyîn ve hatibû kirin wê 2 roja merasîma bîranînê pêk bîne. Li ser navê platformê Serokê ÎHD'ê yê Şaxa Colemêrgê Îsmaîl Akbulut li Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Colemêrgê daxuyanî da.
Akbulut daxuyand ku wê 16'ê Adarê de li hemû mal û kargehan paçên reş dalîqînin. Di heman rojê wê di saet 13.00'an de li ber Otela Şen meşeke li dar bixin. Piştî meşê jî wê daxuyaniyê bidin. Di saet 18.00'an de jî 5 deqîqe lambeyên xwe tarî bikin. Her wiha li Lokala Şaredariyê jî wê pêşangeh bê vekirin. Slayt wê bê nîşandan û deftera îmzeyan bê vekirin. Her wiha wê ji bo kesên ku hatine qetilkirin wê findan jî pêxin. ANF