• Saturday, 30 November 2024
logo

Wê di Newrozê de vîna Xweseriya Demokratîk bê nîşandan

Gulan Media March 14, 2011 Nûçe
Wê di Newrozê de vîna Xweseriya Demokratîk bê nîşandan
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir di Newroza 2011'an de peyama herî xurt wê çareserkirina pirsgirêka kurd a bi riyên demokratîk bê. Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî got ku Newroz roja yekîtiya Neteweyî ye û gelê kurd wê di Newrozê de ji bo perwerdehiya zimanê dayikê û Xweseriya Demokratik vîn xwe nîşan bide.

Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên ku ji aliyê BDP û KCD'ê ve tê organîzekirin li Cemiyeta Rojnamevanên Başûrêrojhilat daxuyanî hate dayîn. Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demirtaş û Gultan Kişanak, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tuguluk, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Amedê M. Alî Aydin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, şaredarên navçeyan û nûneren saziyên sivîl ên civakî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di civînê de Endamê Meclîsa Navendî a BDP'ê Mehdî Perînçek axivî û got ku amadekariyên wan hatiye asta dawî û ew weke Komîsyona Newrozê ji bo pîrozbahiyan amade ne. Piştre Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî û got ku ew wê îsal ji 86 navçe û bi tevahî 126 navendan Newrozê pîroz bikin. Demîrtaş, da zanîn ku weke her sal, îsal jî hêvîdar in gelek kes beşdarî pîrozbahiyên li Amed, Stenbol, Wan û Êlihê bibin û amadekariyên wan didomin.

PEYAMA YEKEM WÊ LI ÎDIR Û ŞIRNEXÊ BÊ DAYÎN

Demîrtaş bal kişand ser girîngiya dîroka Newrozê û di salên 90'î de Newroza ku bûbû weke sendromeke mezin û gelek êş hatibûn kişandin. Demritaş, destnîşan kir ku bi nêrînên fermî hatibû înkarkirin û ev yek ji bo kurdan xwedî wateyeke girîng e. Demîrtaş da zanîn ku ew ê ji Şirnex û Îdirê starta Newrozê bidin û wiha axivî: "Bi taybetî li Şirnexê Newroz hatibû qedexekirin û bi mudaxeleyan bi sedan kes hatibûn kuştin. Ji ber vê yekê li vê derê destpêkirina pîrozbahiyan tê wateya girêdana ruhê berxwedêr ê Şirnex û Cizîrê. Di heman demê de Îdir jî weke sembola pêkutiyên demên dawî ye. Şaredarê me yê Îdirê û gelek hevalên me yên siyasetmedar beriya hefteyeke rastî cezayên giran hatin. Şaredarê me yê Îdirê niha girtî ye. Piştî ku hate hilbijartin di nava çend mehan de hate girtin û nêzî 10 salan ceza lê hate birîn. Piştî hilbijartinên 2009'an berdevkên hikûmetê gotin 'ev çûn sînorê Ermenistanê ji ber vê yekê jî divê em tedbîran bigirin' û piştî wê rojê heta niha li dijî hevalên me yên Îdirê operasyonên siyasî û girtin pêk tên. Ji ber vê yekê Îdir wê bibe navenda pîrozbahiyên ku di 17'ê adarê de dest pê dike."

JI BO HIKÛMETÊ BANGA NEWROZÊ

Demîrtaş dest nîşan kir ku li Amedê der barê Newrozê de hin spekulasyon têne kirin û wiha berdewam kir: "Ez li vir bi awayeke zelal dibêjim ku cihên ku weke qadên Newrozê tên bikaranîn wê bên bikaranîn. Serlêdanên me bi vî rengî ne. Dîsa Newroz wê 126 cihan di nava aştiyê de bê pîrozkirin." Demîrtaş bang li hikûmetê jî kir û got ku divê hikûmet jî bi heman awayî nêzîk bibe. Demrtaş diyar kir ku peyama wan a herî girîng wê çareserkirina pirsgirêka kurd a bi riyên demokratîk be û wiha pêde çû: "Bi taybetî jî gelê kurd wê bi şîara Xweseriya Demokratîk li qadan bin. Her wiha ya herî girîng jî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wê ji bo hikûmetê jî bangawazî bê kirin ku îradeyeke siyasî nîşan bide."

'EM DI WARÊ NÊZÎKATIYA LI HEMBERÎ NEWROZ Û PEYAMÊN WÊ NÊZÎKATIYEK ERÊNÎ DIXWAZIN'

Demîrtaş, destnîşan kir ku lazime hikumeta peyamên di newrozê de derkevin holê baş bixwîne û wiha domand: "Di demek ku behsa dawîkirina agirbestê tê kirin de wê nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî Newrozê gelek tişatan diyar bike. Em di warê nêzîkatiya li hemberî Newroz û peyamên wê nêzîkatiyek erênî dixwazin. Bi taybet divê cihên lê Newroz tê pîrozkirin, alîkarî ji gel bê kirin.

TURK: DIVÊ GUH BIDIN DAXWAZÊN GEL

Piştre Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk jî axivî û diar kir ku di pîrozbahiyên Newrozê de wê daxwazên wekî perwerdehiya zimanê zikmakî û xweseriya demokratîk li qadan biqîrin. Turk, der birî ku lazime dewlet guh bide van daxwazan û bi hestiyarî nêzîkê pîrozbahiyan bibe. Turk, di berdewamê de diyar kir ku gelê kurd di vê Newrozê de wê yekitaya xwe jî ava bike û wiha axivî: "Ji bo avakirina yekitiya kurdan Newroz firsandekî gelek girîng e. Turk, destnîşan kir ku nûçeyên derbarê pîrozbahiyên Newrozê de derketine spekulatîf in û got ku ji bo Newroz di nava hewayê aştiyê de derbas bibe çi ji destê wan tê wê bikin.

JI BO NEWROZÊ BANGEWAZIYA YEKÎTIYEK NETEWÎ

Turk destnîşankir ku ku Newroz ji bo kurdan cejneke pîroz e û dîve siyasetmedarên kurd di nav hevbeşiyekê de bin û peyamên xwe di Newrozê de vebêjin.Turk li ser hewldanên Hikumeta AKP'ê ya di derbarê vexwandina hin rewşenbirên kurd de wiha anî ziman: "Listikan hin kes kişandine nava per û baskên xwe. Em dibejin keda wan kesan heye, me gazî wan kesan jî kir. Em naxwazin keda wan jî vala biçe. Lê banga m wekî gefxwarinê tê dîtin."

BARZANÎ Û TALABANÎ JÎ HAT DAWETKIRIN

Pîşt re rojnamevanan der heqê Newroz û hîlbîjartînê de ji Demîrtaş pîrs pirsîn. Demîrtaş, da zanîn ku di derbarê Newrozê de heta niha tu astengî derneketîye. Demirtaş, daxuyand ku divê hikumet li pîrozbahî û mitîngên Newrozê yen lî bajar taxan baş bînere û helwesteke bi vî rengî nîşan bide. Demîrtaş, da zanîn ku wê ji derveyê welat gelek parlementer şareder nezî hezar kes başdarî Newrozê bîbîn. Demîrtaş bilêv kir ku gazî Talabanî û Barzanî jî kirine û ji TBMM'ê gazî tu partiyan nekirine.
ANF
Top