Şeva çûyî Tatlises rastî êrişa çekdarî hat û bi giranî birîndar bû
Hat angaştin ku êrişa li dijî Tatlises ji aliyê hevkarên wî yên li Başûrê Kurdistanê ve hatiye kirin. Ev îdîa ji aliyê hevalê Tatlise, Derhênerê Weşana Kral Tv Mehmet Akbay ve hat kirin.
Li gor îdîayên Akbay, polîsan piştrast kiriye ku êrişkar ji Başûrê Kurdistanê ye.
Herwiha hat diyarkirin ku rewşa tenduristî ya Tatlises di metirsiyê de ye.
ANF