Beyannama Besiyan: Belê bo şoreşa birêz Newşîrwan Mistefa
Bo xwendina wê beyannamê win dikarin yekser seredana malpera Beisiyan bikin bi vê navnîşanê:
www.jabha-wqs.net
Di beyannama ku weha hatiye bi nav kirin (beyannama tevgera rizgarîxwaza parêzgeha Temîm "Kerkûk" bo şoreşvanên qada Sera li Silêmaniyê) tê de, hejmara zora xelkê Silêmaniyê ku li ber derkê Sera xwepêşandanan encamdidin, bi pehlewan û şoreşgêr bi nav dike û dibêje: bila hewlên we berdewam bin, çûnkî azadkirina bakûra ezîz ji destên Pêşmerge û Asayşê nêzîke.
Tevgera navborî herweha di beyannama xwe de dibêje: piştî ku ew derkevin (pdk û ynk) dê bi hev re welat avakin û Iraqeka yek parçe û leşkerekê bihêz dirustbikin, û ji xwepêşanderên Silêmaniyê re dibêje: dest bi dest berev rizgarkirina her bostekê ji erdê Iraqê.
Tevgera ser bi parta Beis (baska Izet Dorî) dibêje: belê bo şoeşa birêz Newşîrwan Mistefa, weko em wî dinasin şareza û bisebre û em têkoşer û dilsozên wî ne bo welat, ku şevê digehîne rojê daku cemawerê milletê me li bakûrê Iraqê bi ser welatê xwe Iraqê ve bimîne.
Dawiya beyannama wê tevgerê bi vî rengî ye:
Armanca me rizgarkirina parêzgeha Temîm (Kerkûk) e û paşê hemû bajarên Iraqê, Kerkûk Iraqiye û her bi Iraqê ve jî dimîne, herweha derxistina ew hêzên ku jê re tê gotin Pêşmerge û Asayîş û partên bi kirê hatine girtin û girtina baregehên wan armanca me ye......taku Idara parêzgehê hevbeşbikin bi rêja 32% bo her pêkhatekê û destor jî bê hilweşandin bi taybet mada 140.
Belê bo Iraqek yekbarçeyî Sune, Şîe, Mesîhî, Sabîe, Ereb, Ekrad û Tûrkman.