Ocalan: Bila Şivan Perwer ji bo şexsê xwe bi kesî re neaxive
Abdullah Ocalanî bi rêya eboqatên xwe îro behsa Şivan Perwerî jî kir û li gor ANF-ê got:
— Ez vê meselaya Şivan hinekî rave kim. Tu dijberiyeke min ya teybet li dijî Şivan nîn e. Hevdîtina Şivan bi Arinç re ji bo min qet ne pirsgirêk e, bi kê re bixwaze dikare hevdîtinê pêk bîne. Ez nabêjim bila hevdîtinê pêk neyne. Lê bila ji bo berjewendiyên şexsî nebe. Bila ji bo kurdan hevdîtinê pêk bîne. Ji bo mafên kurdan çi dibêje, çareseriya wan çi ye bila van tiştan biaxive. Tu bi Arinç re hevdîtinê pêk tînî lê çi dikî? Ma tu ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd plan an jî projeyekê pêşkêş dikî? Li ser navê kurdan muzakereyan pêk tînî? Kijan garantiyan didin te?
Rêberê PKK-ê sebebê nerazîbûna xwe ji hevdîtinên Şivan Perwerî bi berpirsên Tirkiyeyê re wiha rêz kir:
— Me cara yekem fersenda muzakereyan a bi dewletê re bi dest xist, tu jî dixwazî vê yekê xira bikî. Em li vir dixwazin mafên kurdan bixin bin ewlehiya qanûna esasî. bi hevdîtinan dixwazin vê yekê pêk bînin. Belkî jî yekem car e me fersendeke dîrokî bi dest xistiye, ger dewlet bi awayeke cidî nêzîk bibe em ê çareseriya li gor qanûna esasî pêk bînin. Ger ji bo mafên kurdan çareseriyeke wan hebe bila biaxivin û rexne bikin. Nexşerêya me heye û bi raya giştî re hat parve kirin. Ger di vî warî de rexneyeke wan heye bila bînin ziman. Lê bila wisa nebêjin Ocalan tehdît dike, bila cidî bin. Bila herkes bizanibe heta ko ez sax bim tu kes nikare bi rûmeta kurdan bilîze.
Ocalanî rexne li nivîskarên kurd jî girt û got:
— Gelo projeyeke wan nivîskarên ko li dijî me diaxivin ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd projeyeke wan heye? Gelo projeya Kemal Burkay heye, li ser navê kurdan bi dewletê re muzakereyan dike? Gelo rewşeke wisa heye? Ger projeyeke wisa hebe, tu dikarî bi dewletê re muzakereyan bikî, ger li ser navê kurdan te cidî digirin wê demê tu bibe nûnerê me em li gorî te tevbigerin. Hem li ser navê kurdan projeyeke te bila tunebe, hem li ser navê kurdan muzakere nakî hem jî di televîzyona dewletê de li dijî me hevpeyvînê bidî. (Nefel)