• Friday, 29 November 2024
logo

7emîn salvegera serhildana rojavayê Kurdistanê li cihên cuda hat bibîranîn

Gulan Media March 13, 2011 Nûçe
7emîn salvegera serhildana rojavayê Kurdistanê li cihên cuda hat bibîranîn
Duhî li bajarê Qamişloyê nêzî 10 hezar kesan ji bo bîranîna salvegera 12’ê Avdara 2004 ê (serhildana rojava) ya ku 37 ciwanên Kurd têde şehîd bibûn, serdana goristana şehîdan kirin.

Li bajarê Duhokê komelgeha Domîs jî koma penaberên rojavayê Kurdistanê bi hevkarî li gel tîpa Qamişlo ya hunerî serhildan bibîranîn, li detpêkê Şeban Mahêr nûnerê leqa yek a parta demokrata Kurdistanê peyvek pêşkêşkir û têde xuyakir ku her tim parta demokrata kurdistanê bi serkêşiya nemir Mistefa Barzanî li gel mafê gelê kurd li rojavayê Kurdistanê bûye û got ev sinorên henî sinûrên destkirdin û bas li kêşa nebûna nasnamên hejmarek mezin a kuran li wî perçî kurdistanê kir.

Paş pêşkêşkirina peyva bingehê Laliş û dezgeha koç û koçberan, tîpa hunerî ya Qamişlo şanoyek pêşkêşkir têde dîmenên rojên serhilanê û êşûazara gelê kurd berçav kirin.

Hêjayî gotinê ye ku li bakurê Kurdistanê û Ewrupa jî salvegera 12’ê Adarê b rengên cuda cuda hat bibîranîn.
Top