Li Japonya piştî erdhejê hejmara miriyan zêde dibe û tirsa hilçûna nukleerî
Derbarê qurbanî û birîndarên erdheja li Japonya de her diçe agahiyên nû tên û tabloya karesatê giran dibe. Hat zanîn ku ziyana herî zêde gihîştiye bajarên Îvat, Fûkûsîma, Îbarakî, Totîgî, Tîba û Tokyo. Erdhej bû sedema rabûna pêla tsûnamiyê ya 10 metreyî û her tiştê ku ketiye ber, şûştibû û biribû. Bi mîlyonan mal bê elektrîk man. Li herêmê niha radyo, televîzyon û Înternet naxebitin. Li tevahiya welat ragehandinê cidî ya telefonê jî heye.
Hemû cîhan bi tirs û gumaneke mezin çavdêriya santrala nukleer a bi navê Fukuşima Dai-ichi dike ku bandora tsûnamiyê li ser çênebe û hemû deverê rûbirûyê metirsiyeke neke. Pisporan diyar kir ku santrala nukleerî bihele-biwere jî bi qasî 10 kîlometreyan bandorê li ser jiyana mirovan nake. Hat diyarkirin ku 51 hezar mirov ji devera nêzîkî santralê hatine veguhestin.
Herwiha derket holê ku Amerîka daxwaza Japonya ya alîkariyê bo sarkirina santrala nukleerî red kiriye û hinceta redkirinê jî wek 'Amerîka bi tena serê xwe nikare vî karî bike' hatiye nîşandan.
HEJMARA MIRIYA ZÊDE DIBE
Erdheja ku bi pileya 8.9 çêbû û piştî wê tsûnamî rabû, hêjmara miriyan ji 700 kesan borî, herwiha li bakûrê rojhilatê welat li santralê nûkleerê Fukushîma N1-yê teqînek hat bihîstin.
Li gor daxwiyaniyên polis û agahiyên ku di çapemeniyê de cih girtin, hêjmara miriyan herî kêm gihaye 703 kesan. Di tsûnamiya bajarê herî nêzîk ê navenda erdhejê Sendaî de termên 200 kesan hat dîtin. Her diçe bîlançoya erdhejê zêde dibe.
Li gor agahiyên polîsan ku demjimêr 11.30 deqîqeyên herêmî dane, bîlançoya windayan 784 û ya birîndaran jî 1128 kes in. Her wiha televîzyona NHK jî diyar kir ku li bakûrê rojhilatê welat li santralê nûkleerê Fukushîma N1-yê teqînek hat bihîstin. Li gor televîzyonê gelek birîndar hene. (Rûdaw)