• Friday, 29 November 2024
logo

Amerîka bi zimanekî tûj Tirkiye rexne kir

Gulan Media March 12, 2011 Nûçe
Amerîka bi zimanekî tûj Tirkiye rexne kir
Nûnerê Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiya Ewrûpa (AGîT) yê Amerîka Ian Kelly, di civîna AGÎTê de derbarê azadiya çapemeniyê de bi awayekî tund Tirkiye rexne kir.

Piştî Parlamentoya Ewrûpa (AP), Amerîka derheqê azadiya çapemeniyê de rexneyên tûj li Tirkiyê girtin. Nûnerê Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiya Ewrûpa (AGîT) yê Amerîka Ian Kelly, di civîna AGÎTê ya doh de, bi awayekî tund Tirkiye rexne kir.

Ian Kelly, da zanîn ku hikûmeta Tirkiyê di warê azadiya çapemeniyê de tehadutên bingehîn û serekî yên AGÎTê bicîh neaniye. Kelly, bang li hikûmeta Tirkiyê kir û xwest li gor tehadutên bingehîn yê AGÎTê tevbigere.

Kelly, bibîr xist ku tenê di meha dawî de 12 rojnameger hatine girtin û got: "Li Tirkiyê hêjmara rojnamegera, gumanan ji me re çêdike. Li Tirkiyê bi salan e rojnamegerên ku dixwazin mafê xwe yên azadiya ramanê bikar bînin tên girtin û rastî cezayan tên. Em bang dikin ku ev rojnameger li gor standartên peymana AGİTê bên darizandin."

Kelly, her wiha xwest temînata azadiyê bê dayîn û ji bo vê yekê yasayên çapemeniyê bên guhertin. (Rûdaw)
Top