Barzanî û Talebanî jî di nav vexwendiyên Newroza bakûrê Kurdistanê dane
BDP û KCDê îsal bo pîrozkirina Cejna Newrozê di 130 bajar û bajarokan de, bernameyeke pîrozkirinê ya 5 rojî amade kir.
Li gor malpera AKnewsê , yekem agirê Newrozê dê li 17ê adarê li Idir û Şirnexê bê hilkirin.
Li Diyarbekirê jî merasîmên pîrozkirina Newrozê dê li 20ê adarê dest pê bikin û li 21ê adarê kuta bibin.
Di merasîmên Newrozê de dê ji aliyê birêveber û karbidestên BDP û KCDê ve gotar bê pêşkêşkirin.
Gotarên di mîtîngên bi boneya Cejna Newrozê yên di bajarên kurdnişîn de, dê bi zimanê kurdî bên pêşkêşkirin.
Dirûşma sereke ya Newroza îsal jî “ Ji bo jiyana birumet an azadî an azadî” ye.
Her weha hat ragihandin ku endamên Parlamentoya Ewropayê, Enternasyonala Sosyalîst, 56 balyozên welatên biyanî yên li Tirkiyeyê, Serokomarê Iraq Celal Talebanî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo merasîmên Cejna Newrozê hatine vexwendin. (AKnews)