• Friday, 29 November 2024
logo

Teqînek bi hêz li taxa Rehîmawa ya bajarê Kerkûkê çêbû

Gulan Media March 11, 2011 Nûçe
Teqînek bi hêz li taxa Rehîmawa ya bajarê Kerkûkê çêbû
Îşev demijmêr 8:45, teqîneke bi hêz li bazara taxa Rehîmawa ya bajarê Kerkûkê rûda, Li gor agahiyên geheştine Gulanê teqîn bi rêya otombêleka bombekirî ji curê Opel Omega, Model 1991, a parêzgeha Selahedînê hatibû encamdan.

Jêderên ji nav nexweşxana Azadî a bajarê Kerkûkê, diyarkirin ku hejmara brîndaran 25 kes in û hemû jî kurd in.

Her paş teqînê hêzên ewlehiyê geheştin cihê bûyerê û karîn bombeyeka çandî li nêzî cihê teqîna yekê ji nav bibin.
Top