• Friday, 29 November 2024
logo

Barzanî di ahenga 20emîn salvegera rizgarkirina Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê de: dilşadim alîgirên Partî û Yekêtî û partên din îro bi hev re kombûne

Gulan Media March 11, 2011 Nûçe
Barzanî di ahenga 20emîn salvegera rizgarkirina Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê de: dilşadim alîgirên Partî û Yekêtî û partên din îro bi hev re kombûne
Niha bi helkevta bîranîna 20emîn salvegera serhildana bajarê hwelêrê ku sali 1991ê ji bin destê rijêma dîktator azad bû kernevalek cemawerî pir mezin li baxçê nîştîman li navenda bajêr birêve diçe.

Di vê kernevalê de Mes'ûd Barzanî srokê herêma Kurdistanê peyvek pêşkêşî cemawer kir, li destpêka peyva xwe de pîrozbahî li xelkê Hewlêrê û Kurdistanê bi giştî kir û dilxweşiya xwe derbirî ku endam û layenên Partî û Yekêtî û Partên dij jî bi hev re vê kernevala xweşiyê sazdikin.

Dîsan serokê herêma Kurdistanê tekez li piştevaniya xwe ji bo daxwaziyên rewa yên xelkê kir û got: "ev serbûre bi qurbanîdana we hatiye holê û kes nikare ji nav bibe" cemawer bi germî daxwaz kir ku serok gotina xwe dubare bike, serok dîsan dubare kir.

Tê zanîn ku Îro pêş demjimêrekê hejmarek pir ji xelkê paytexta Kurdistanê ji bo saxkirina bîreweriya azad kirina Paytexta Kurdistnê kernevalek pir mizin sazkirin ku hemû pêkhatên kurdistanê ji Kiristiyan û Turkumenan jî di nav de bûn û ta niha jî berdewame.
Top