• Friday, 29 November 2024
logo

Gotara Serok Barzanî li rêwresma vekirina Kongreya Yekîtiya Lawên Demokrata Cîhanê (IYDU)

Gulan Media March 11, 2011 Nûçe
Gotara Serok Barzanî li rêwresma vekirina Kongreya Yekîtiya Lawên Demokrata Cîhanê (IYDU)
Bi navê xwedayê mezin û dilovan!

Di destpêkê de bi xêrhatineke germ li wan mîhvanên rêzdarên vê kongreyê dikim û spasiyeke minê bêpayan ji bo Yekîtiya Xortên Demokratê Cîhanê heye ku wê derfetê rexsandin ev kongre li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bête sazkirin.

Ez gelek ji dil spasiya we dikim ji bo van hewldanên ku we Yekîtiya Lawên Demokratê Kurdistanê li yekîtiya xwe de wergirt. Eve jî hengaveke girîng bû ji bo lawên me da ku zêdetir baweriya xwe bi xwe bikin û zêdetir xizmeta gel û niştîmana xwe bikin.

Bêguman Yekîtiya we organeke gelek girînge. Ji ber ku nûnerayetiya xortên çendîn welatan dike. Ji bo me jî cihê şanaziyê ye ku xortên me jî îro beşekin ji we. Sazkirina vê kongreyê li Hewlêr wateya xwe heye û ji bo me cihê şanaziyêye. Hewlêr bajareke ku em şanaziyê pê dikîn. Ji ber ku 8 hezar sale heta îro jiyan têda berdewame û tu kes nekariye vê qeleyê bigrê û ev qele her li destê xwediyê xwe xelkê Hewlêrê da bû.

Raperîna 1991 derfeteke nû bû

Piştî raperîna gelê me ya li sala 1991, derfeteke nû ji bo rexsa û yekemcar bû gelê Kurd bikarê ew bi xwe îdareya navçeyên xwe bike. Me li vê demê de gelek hewlda bo ku welatê me bibê bi welatê xwedî rêxistin û dam û dezgehên destûrî û yasayî. Divê em bibêjîn em şanaziyê bi wan destkeftan dikîn ku hatine destême û li vî welatî tiştên gelek mezin hatine kirin. Lê belê li heman demî de em dibêjîn hê jî kêmasiyên me gelekin. Ewê ku me nekariye em bikin, hêvîdarim ku xortên me temam bikin. Xebata gelê me bi qonaxên cûda cûda de derbasbûye. Li xebata çekdarî, ku xebatekî sext û dijwar, ji aliyê me ve xebata parastina nasnameya neteweyî bû. Gelek caran ji bo me dibûya şerê man û nemanê. Lê belê me yekcar jî nexwestiye û me hez nekiriye şer bikîn. Lê belê em herdem jî amadebûne û em amadene bo ku parastina mafên xwe yên rewa bikîn.

Erkekî mezin li ser şanê we ye

Erkekî mezin li ser şanê xortên me ye. Paşaroj emaneteke ku teslîmî wan dihête kirin. Ji bo wê yekê gelek xweşhalim ku pêwendiya wan gihiştiye astêkî wisa ku îro endamê Yekîtiyeke wiha mezinin.

Daxwaz ji we dikim, wekî dostên gelê me, alîkariya xortên me bidin ku li vî welatî de zêdetir şarezayî li binyatnana pêvajoya demokratîk û rêxistin û dam dezgehên demokrasiyê bibin. Dawxaz ji lawên Kurdistanê dikim, xwe ji bo qonaxên paşarojê amade bikin û zêdetir tevlî hemû xortan bibin, êş û azarê wan bizanin, hûn bi xwe parastina maf û daxwazên van xortên delal bikin. Em jî soz didîn we ku her çi ji dest û şiyana me bihêt emê piştgiriyê li we bikîn bo ku xortên me herdem xweşbext û herdem razî bin û xweşhal bibin.

Careke din jî ez bi xêrhatineke germ li van hemû rêzdaran dikim û hêviya serkeftina vê kongreya we dixwazim, her serkeftî bin û gelek spas...
Top