• Friday, 29 November 2024
logo

Giropek ji xwepêşanderên ber derkê Sera cuda bûn

Gulan Media March 10, 2011 Nûçe
Giropek ji xwepêşanderên ber derkê Sera cuda bûn
Îro danê hêvarê di kongireke rojnamevanî de li parka Nalî ya bajarê Silêmaniyê, gropek bi navê "Dengên çaksazî û serbixweyî" yê cuda bûna xwe ji xwepêşanderên ber derkê Sera ragehand.

Ejî Cemal serpereştyarê giropa "Dengên çaksazî û serbixweyî" di kongira rojnamevanî de ragehand; ji ber ku xwepêşandanên li ber derkê Sera ber bi semtek din ve çûye, lewre me biryar da em xwe ji wan cuda bikin.

Navbirî got: "me biryar da ku em çalakiyên xwe bibin parka Azadî û dirêjiyê pê bidin." Û xuya kir ku hejmarek part li pişt ew xwepêşandanên li ber derkê Sera hene û rojên hefteyê li ser xwe dabeş kirine.

Serpereştyarê gropa "Dengên çaksazî û serbixweyî" yê di bersiva pirsyarên rojnamevanan de diyar kir ku ne giringe hejmara wan pirbin yan na, belku ya giring ew e ku ew kar li ser bernameyekê dikin û baweriya wan bi çaksaziyê heye û ew di wê baweriyê dane ku hikûmeta Kurdistanê dixwaze çaksaziyê encam bide.
Top