• Friday, 29 November 2024
logo

Li Diyarbekirê petrol hate dîtin

Gulan Media March 10, 2011 Nûçe
Li Diyarbekirê petrol hate dîtin
Li navçeya Çinar a Diyarbekirê, di 1500 metreyê de petrola bi 22 gravîte hate peydakirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, berî 2 mehan li çala Altunakar a 5 kîlometre li dûrî Çinarê, ekîba Şîrketên Bazirganiya Anomin û Muteahitên Sondaja Hilberandina Petrolê ya Guney Yıldızı, di 1500 metreyê de petrol dît.

Rayedarên şîrketê, dane zanîn ku di encama testan de zela bûye ku ev petrol bi 22 gravite ye û wiha hate gotin:

“Qada Altunakar ji bo lêgerîna petrolê qadeke nû ye. Ji ber vê jî girîng e petrol li vir hate dîtin. Ji bo rezevrê niha em nikarin tu daxuyaniyan bidin. Piştî xebatan em dikarin bo rezerv û hilberandinê hin daxuyaniyan bidin.”

(AKnews)
Top