Demirtaş: Wê malbatên mezin ên cerdevanan çek deynin
Demirtaş bi riya malpera parvekirina civakî ya Twitterê bersiv da pirsên derbarê ji nû ve zindîkirina sîstema cerdevaniyê.
CERDEVANÎ BI AWAYÊ BÎRDOZÎ QEDIYAYE
Demirtaş got; “ Sîstema cerdevantî bi awayê bîrdozî qediyaye” û wiha domand; “ Yên ku niha çek di dest wan de ne, dixwazin çek deynin.”
Demîrtaş got; “Dest ji hilgirtina çekan a ji aliyê gel ve berdin, wê di rojên pêşiya me de gelek malbatên mezin ên cerdevan bi merasima ku em ê jî beşdar bibin, wê çekan deynin.”
JI MIZGEFTAN BANGA WERIN BIBIN CERDEVAN
Li Êlihê ku beriya niha li ser erêkirina Wezaretiya Navxweyî ji aliye Parêzgeriya Êlihê ve ji bo gundên girêdayî navend û navçeyên Êlihê kadroya 85 cerdevan hatibû vekirin, bi boneya tu kesî serî lê neda bê encam mabû. Ji ber ku tu kesî xwest bibe cerdevan vê carê jî ji bo ku gel bibe cerdevan ji mizgeftên gundan anosna "Werin bibin cerdevan" tê kirin. ANF