• Friday, 29 November 2024
logo

Demirtaş: Wê malbatên mezin ên cerdevanan çek deynin

Gulan Media March 10, 2011 Nûçe
Demirtaş: Wê malbatên mezin ên cerdevanan çek deynin
Hevserokê BDP’ê Selhadîn Demirtaş derbarê ji nû ve destpêkirina AKP’ê ya “sîstema cerdevanan” wek “ragihandina windakirinê ya di operloran de” nirxand û diyar kir ku wê di demek nêz de malbatên mezin dest ji cerdevaniyê berdin.

Demirtaş bi riya malpera parvekirina civakî ya Twitterê bersiv da pirsên derbarê ji nû ve zindîkirina sîstema cerdevaniyê.

CERDEVANÎ BI AWAYÊ BÎRDOZÎ QEDIYAYE

Demirtaş got; “ Sîstema cerdevantî bi awayê bîrdozî qediyaye” û wiha domand; “ Yên ku niha çek di dest wan de ne, dixwazin çek deynin.”

Demîrtaş got; “Dest ji hilgirtina çekan a ji aliyê gel ve berdin, wê di rojên pêşiya me de gelek malbatên mezin ên cerdevan bi merasima ku em ê jî beşdar bibin, wê çekan deynin.”

JI MIZGEFTAN BANGA WERIN BIBIN CERDEVAN

Li Êlihê ku beriya niha li ser erêkirina Wezaretiya Navxweyî ji aliye Parêzgeriya Êlihê ve ji bo gundên girêdayî navend û navçeyên Êlihê kadroya 85 cerdevan hatibû vekirin, bi boneya tu kesî serî lê neda bê encam mabû. Ji ber ku tu kesî xwest bibe cerdevan vê carê jî ji bo ku gel bibe cerdevan ji mizgeftên gundan anosna "Werin bibin cerdevan" tê kirin. ANF
Top