Bi 67 dengan perlemana Kurdistanê bawerî da D. Berhem Salih
Di destpêka civîna perlemanê de serokê civata wezîrên herêma Kurdistanê got: "ez ji bo her biryareka perlemana Kurdistanê ji wan jî dest ji kar kêşanê amademe ".
Kombûna perlemanê li demjimêr 17:00 yê roja çarşemê destpêkir û li destpêka roja pênşemê wate nêzî set 01:00 ê şevê bidawîbû, giftûgo li ser kabîna D. Berhem bi giştî û rûdanên piştî 17 meha 2 bi taybetî hatin kirin.
Civîn bi dengdana li ser bawerîdan bi serokê hikûmetê bi dawî bû, ku ji perlemantarên amade 67 perlemantaran bawerî dan D. Berhem salih û 28 an jî bawerî nedanê.
Ev civîna perlemana kurdistanê bi amadebûna tevaya firakisyon û aliyan û mêvandariya D. Berhem Salih serokê hikûmeta Kurdistanê bû, û li ser rewşa niha ya herêma kurdistanê hatibû sazkirin.