• Friday, 29 November 2024
logo

Bi amadebûna Barzanî û Talebanî herdû mekteba siyasiya PDK û YNK civiyan

Bi amadebûna Barzanî û Talebanî herdû mekteba siyasiya PDK û YNK civiyan
Duhî roja sê şemê bi serperiştiya Mes'ûd Barzanî srokê PDK û Celal Talebanî sikirtêrê giştiyê YNK, herdu mektebên partî û yêketî civînek hevbeş pêkanîn.

Di civînê de bas li hin pirsên giring hat kirin û hin biryarên girng jî hatin dan, rewşa Kerkûkê jî di civînê de hat baskirin û tekez li ser rastvekirina rewşa wê ya îdarî û ewlehî û pejrandina bi hev re jiyanê û xizmetkirin û çaksaziyan hatkirin.

Derbarî rewşa herêma kurdistanê jî tekez hat kirin ku pêdiviye karnama civîna hevpişka 5 î Şubatê di navbera herdu aliyan de, bibe binyatê siyaseta hevbeş ji bo cêbecêkirina 17 xalên perlemanê, û hemahengî jî ji bo çareserkirina kêşan bi rêya diyalokê û gengeşê û pêşinyarên nû ji bo çaksazî û guhartinan di hemû biyavan de were kirin.

Tewerekê din yê civînê dûvçûnbû li ser pirsa xwenîşanderan û giravên cemawerî, daku daxwazên wan berçav wergirin, û tekez hat kirin ku xwenîşandan û rêpîvan mafekê destûriye, lê divê bi ji yasayê dernekevin û dijwariya peydanekin.

Dîsan bas li hevpeymaniya sitratîjî ya PDK û YNK hat kirin û herdu aliyan pabendbûna xwe bi hemû xalên wê hevpeymanê derbirî, û herdu aliyan tekez li ser diyalokên dustane tevî aliyên din bê cudahî kirin û biryarên girin di wê barê jî de dan daku hemû alî bi hev re pirsgirêkan çareser bikin û xizmetek baştir bikin.

Herweha di civînê de tekez li encamdana helbijartinên parêzgehan û helbijartinên pêşwextên perlemanê hat kirin ku ew take rêya şer'î û parastina şer'îyeta gele .
Top