• Friday, 29 November 2024
logo

Gorek bi kom ku laşê bi hezaran mirov têdane li kerkukê hat vedîtin

Gorek bi kom ku laşê bi hezaran mirov têdane li kerkukê hat vedîtin
Îro Nîvro di dema bicîbûna hêzên pêşmerge li başûrê bajarê Kekûkê gorek bikom hat dîtin û tê texmîn kirin ku piraniya wan kurdbin.

Di vê barê de Enwer Hacî Osman birêkarê wezareta pêşmerge ji ajansa peyamnêr re ragehand: di dema bicîbûna hêzên pêşmerge li başêrê kerkûkê efserekê lîwa 1 a hêzên pêşmerge li pişt kargeha Pêpsyê li hember navçeya pêşesaziya kerkûkê gorekê bi kom dî.

Derbarî ew gora bi kom Osman got: xuyaye ev gore bi hefarê mîna xendekan kolane û di her xendekekê de 2, 3 yan bêtir laş hene, şûna guleyan li van laşan xuyaye û dema pêkanîna vê gorê bo sala 1988 ê vedigere û tê zanîn ku kesên li vir hatine veşartin hemû kurdin.

nav hatî ragehand jî ku ev gore pir mezine û renge bêtir ji 3 hezar laşan tê de hebin, û got: em dixwazin hikûmeta herêma Kurdistanê komîteyekê ji bo vekirina vê gorê bi awayekê rêk û pêk pêkbîne.
Top