Gorek bi kom ku laşê bi hezaran mirov têdane li kerkukê hat vedîtin
Di vê barê de Enwer Hacî Osman birêkarê wezareta pêşmerge ji ajansa peyamnêr re ragehand: di dema bicîbûna hêzên pêşmerge li başêrê kerkûkê efserekê lîwa 1 a hêzên pêşmerge li pişt kargeha Pêpsyê li hember navçeya pêşesaziya kerkûkê gorekê bi kom dî.
Derbarî ew gora bi kom Osman got: xuyaye ev gore bi hefarê mîna xendekan kolane û di her xendekekê de 2, 3 yan bêtir laş hene, şûna guleyan li van laşan xuyaye û dema pêkanîna vê gorê bo sala 1988 ê vedigere û tê zanîn ku kesên li vir hatine veşartin hemû kurdin.
nav hatî ragehand jî ku ev gore pir mezine û renge bêtir ji 3 hezar laşan tê de hebin, û got: em dixwazin hikûmeta herêma Kurdistanê komîteyekê ji bo vekirina vê gorê bi awayekê rêk û pêk pêkbîne.