Bi kêfa Malikî nabe û pêşmerge ji Kerkûkê dernakevin
Mehmûd Osman, îro, ji Ajansa Kurdistan Newsê re got, “Hikûmeta Iraq haydarî hebûna hêzên din yên pêşmerge li Kerkûkê û hatina wan, ji ber gefa ewlekariyê ye li wê parêzgehê.”
Osman bal kişand ku hebûna pêşmerge li Kerkûkê girêdayî mana wê gefê ye û her demeke ku ew gef nemîne dê ew hêz vegerin cihê xwe yê berê.
Duhî jî Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ji heman ajansê re gotibû ku çûna hêzên pêşmerge bo Kerkûkê armanc jê piştgirîkirina hêzên ewlekariyê ye li wê derê û her wiha parastina welatiyan e.
Hisên xuya kir ku vegeriyana wan hêzan girêdayî nemana gefên ku li ser kurdan û pêkhatiyên din yên Kerkûkê tên kirin. (AKnews)