• Friday, 29 November 2024
logo

Qedafî pirsa pirsgirêka kurd ji NATOyê kir

Qedafî pirsa pirsgirêka kurd ji NATOyê kir
Lîderê Lîbyayê Muamer Qedafî, li dijî daxistina qada hewa ya ji aliyê DYA û NATOyê ve derket û got, “Li rojhilatê Tirkiyeyê pirsa kurd heye. Li wê derê artêşa tirk û kurd şerî dikin. Hûn çima qada hewa ya wê derê danaxin?”

Qedafî, li Trablûsê ji televîzyona TRT Turkê re axivî û El Qaîde û Usama Bin Ladîn ji bûyerên Lîbyayê berpirs girtin.

Muamer Qedafî, da zanîn ku El Qaîdeyê dil heye Lîbyayê bi dest bixin û got, heke vê yekê pêk bînin, dê ewlehiya Deryaspî û dinyayê nemîne.

Qedafî, destnîşan kir ku fîrmayên Tirkiyeyê ji Lîbyayê çûn, ew vê yekê “rast” nabîne û got, “Ji bo vegera karkerên tirk deriyê me tim vekiriye.”

Lîderê Lîbyayê, li ser biryara dorpêçên Neteweyên Yekbûyî jî rawestiya û da zanîn ku çi kes nikare têkilî pirsên navxweyî yên Lîbyayê bibe.

Muamer Qedafî, li dijî daxistina qada hewa ya ji aliyê DYA û NATOyê ve derket û got, “Li rojhilatê Tirkiyeyê pirsa kurd heye. Li wê derê artêşa tirk û kurd şerî dikin. Hûn çima qada hewa ya wê derê danaxin?

Qedafî bertek nîşanî nûçeya El Cezîre “Heke li hev werin dê Qedafî dest ji karê xwe berde” da û got, “Çi rayeya min nîne, kî dest ji çi berdide.”

Lîderê Lîbyayê, îdia kir ku bûyer bi dawî bûne û wiha pê de çû, “Piraniya Lîbyayê ewle ye.”

(AKnews)
Top