Karayilan bang li Şivan Perwer kir ku dazwaza lêborînê bike
ŞIVAN ÇIMA LI DIJÎ TEVGERA ME ZIMANDIRÊJIYÊ DIKE?
Mijara Şivan Perwer jî mijarek cûda ye. Bila hemû gelê me yê welatparêz vê yekê baş bizanibe ku tu nunerên tevgera me derbarê Şivan Perwer de tu daxwiyanî nedane. Me ji Şivan re negotiye tu xiyatekarî, bila hemû gelê me vê baş bizane. Çapemeniya Tirk diyar kir ku Şivan bi Bulent Arinç re hevdîtin pêk aniye û wê biçe di TRT 6 de bername çêbike. Ji ber wê jî hinek hunermendên Kurd vê yekê rexne kirin. Kesên berê bi wî re xebitîne û baş wî nas dikin ew rexne kirin. Hem li Ewrûpe û hem jî hinek hunermendên Kurd ên li Tirkiyeyê çûyîna Şivan a TRT 6’ê rexne kirin. Bi rastî çi gotibin jî ez baş nizanim. Ji ber ku min baş neşopand. Dibe ku wana gotibe ger biçe TRT 6 wê ev yek berovajiyê keda wî be û wê xiyatê li keda xwe bikin û hişyar kiribin. Dîsa jî dibe hinek endamên çapemeniyê ew rexne kiribin. Lê me wek tevger tu daxwiyaniyê derbarê Şivan de nedane.
ŞIVAN BI XWE DIKE, TIŞTEK EM BIKIN TUNE YE
Li rexmê vê Şivan derket pêşberê çapemeniyê tevgera me sucdar kir û got “ Min xiyanetkar îlan kirine” û li dijî tevgera me zimandirêjiyê kir, ev yek balkêş bû. Gelo kesek wiha di carekê de tiştek wiha kir? Zimandirêjiyê li hemberî tevgerek xwedî hehfdeh hezar şehîd û destayên lehengiyê afirandî dike û gelo mirovek wiha çawa vê yekê dike. Divê li bersiva vê pirsê bigerin. Diyar e ku li piştperdeya vê yekê tiştek din heye. Em vê dizanin. Hinek kes dixwazin vê yekê li hemberî me bikar bîne. Ev yek ne nû ye. Ji beriya 3-4 salan jî hebû. Destpêkê Şivan li hemberî vê yekê li ber xwe da. Lê aşkera bû ku xwe li ber negirt. Biryar da ku ji bo bi milyonan dolarî bi awayek berovajî zivirî. Ji ber ku biryarek wiha da, derket pêşberê çapemeniyê û derew kir û êrişê tevgera me kir. Ger xwe nefirota, bi temamî neçûya aliyê din, Şivan tiştek wiha nedikir. Dikariya bêje, hinek hunermend min rexne dikin, lê ez ne wisa me. Bila êdî ev kes bizane ku êdî li Kurdistanê cîhanek a huner û çapemeniyê heye. Hertişt ne rêxistin e. Ne ne me, Şivan bi van gotinên xwe, xwe ji dilê gelê Kurd derxist. Ger hên jî dirustî bi wî re hebe, divê li riyê xwe efûkirinê bigere. Nabe ku hunermendek hemû xwîn û xwîha gelê Kurd li dijî polîtîkaya AKP’ê dirijînin nebîne û hîs neke. Rêbertiya me jî bang li wî kir. Ez jî vê bangawaziyê nû dikim: “Dixwazin te bikar bînin. Xwe nede karanîn. Riya tu ketî ser, ne tu rî ye. Ne riyek bi xêr e. Tu nikarî vê yekê bi êrişkirina tevgera re îzah bikî. Tenê çareyek heye, ew jî vegera ji wê riyê ye. Divê were zanîn ku ev rê riya xilasbûnê ye. Tu xwe bi xwe bi vî awayî tune dikî. Weke din tiştek ku em bikaribin bikin tune ye.
EM PÊWÎSTÎ PÊ NABÎNIN TU KESEKÎ TEHDÎT BIKIN
Hikûmeta AKP’ê dixwazin wana bi kar bînin û bandorê li civaka Kurd bikin. Dewlet dixwaze hişmendiya xwe ya dagirkeriyê bi civakê bide ecibandin. Gelê Kurd biryara azadiyê daye û wê meşa xwe ya azadiyê bi biryardariya xwe berdewam bike.
Herwiha çapemeniya Tirk û şerê taybet a li pişt wê, dema em rexneyek biçûk dikin, vê yekê dikin gef û dibêjin gef li wî xwarine. Weke ku tu mafê me yê rexnekirinê tune ye nêzîk dibin. Mînak, di hevdîtina Rêberê me û parêzeran de, navê çend kesan derbas dibe. Di wê gavê de gotin ev û ev kes hat tehdîtkirin. Em baş dizanin; dixwazin me sînordar bikin, lewaz bikin. Helbet em ê kesê li ser riya şaş hişyar bikin. Ger me hinekan rexne kir û nehatin rê, wê demê mafê me yê karanîna helwesta tecrîdkirinê heye. Tu textîkên şerê taybet nikarin me ji vê yekê vegerînin. Pêwîstiya me pê tune ku kesekî tehdît bikin. Jixwe bi riya çapemeniyê, qet pêwîstiya me bi vê yekê nîne. Divê tu kes xwe neke amûra vê yekê. Bila baş were zanîn ku ev propaganda ne rast in, derew in. ANF