• Friday, 29 November 2024
logo

Serokê Herêma Kurdistanê 8 ê Adarê li Jinên Kurdistanê pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê 8 ê Adarê li Jinên Kurdistanê pîroz kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Xuşkên delal

Ji bo roja cîhaniya jinan, ji dil û can pîrozbahiyeke germ pêşkêşî we dikim û hêviya jiyaneke pir bi bextewer ji bo we dixwazim.

Îro li Herêma Kurdistanê jin li saya ezmûna demokrasiyê gelek ji mafên xwe hatine desteber kirin ku eve jî deskefteke li pişt destkeftên din ku her hemû berhema xwîna hemû şehîdên bi jin û zilamane ku şehîd xuşka Leyla Qasim yek ji wan şehîdê qehremane ku jiyana xwe bi navê gelê xwe bexş kir.

Di sercem şoreşên gelê Kurdistanê da jin herdem piştgireke xûrt bûye ji bo bira û bav û hevjina xwe ya Pêşmerge. Li hinek rewşan de jî çeka parastinê xistiye li ser şanê xwe û parastina neteweya xwe kiriye ku eve jî şanaziyeke dinê civaka Kurdistaniye ku xwedî jinên wiha bê.

Di vê salvegera pîroz da dûpat dikîn ku herdem dakokîkarê mafê jinên bîn û kar jî ji bo wê yekê bikîn cîh û pêgeha şiyana xwe li civaka me da hebê û bingeheke baş jî ber wan birexsênîn bo ku bi awayeke bandortir li pêvajoya siyasî, hukimranî û sercem hemû waran da beşdar bikin û ji bo ji holê rakirina diyardeya tundutîjiyê jî kar bikîn.

Her pîroz bê 8 ê Adar roja cîhaniya jinan û deste gulek jî ji bo weyên birêz


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
07/03/2011
Top