Beşîkçî: “Pêwîst e Kurd destkeftiyên xwe biparêzin”
Beşîkçî di wê dîdarê de dibêje, gel bes daxwaziya nan nake, belku daxwaziya azadî û demokrasiyê jî dike.
Her wiha Beşîkçî di warê xwepêşandanên li Herêma Kurdistanê û rewşa Herêma Kurdistanê de ji ragihand, ku tevgera Goran dibêje li Herêma Kurdistanê dizî û karê nelirê heye, ev gotina tevgera Goranê rast e, lê belê êrîşbirina li ser avahiya PDK’ê ya li bajarê Silêmaniyê, wan kêşane çareser nake.
Beşîkçî diyarkir ku, hewlên tevgera Goranê, bo dijî derketina wan karên nelirê tiştekî erênî ye û pêwîst e jî, lê belê nabe tevgera Goranê bibe amêrek bo hin rêxistinên îstîxbaratan, ku wan xwepêşandanan ji rastiya xwe derbixînin û rewşa Herêma Kurdistanê têk bidin. Li ber wê jî, dema ku tevgera Goranê li hember wan karên xirap, helwesta xwe nîşan bide, pêwîst e wan tiştane ber çav bigire.
Beşîkçî di berdewamiya axiftina xwe de, da zanîn ku gelê Kurd bes ev destkeftiye di dest de, heye û her Kurdek, bo parastina wan destkeftiyane berpirsyar e. PUKmedia