YNK ahengek mezin li bajarê Silêmanîyê sazkir
Ev ahenga ku ji aliyê Yelitiya Niştimaniya Kurdistanê ve hat sazkirin duhî demjmêr 2 piştî nîvro bi amadebûna hejmarek mezin a welatiyan bi helkefta salroja serhildana mezin ya xelkê Kurdistanê li cadeya Salim a Silêmaniyê destpê bû.
Celal Talebanî serokê komara Iraqê di merasîmê de peyvek pêşkêşî xwepêşanderan kir têde daxwaz hêminkirina rewşa niha ya Silêmaniyê kir û tekez li ser cêbecêkirina 17 xalên perlemanê û bi cihanîna xwastekên xwepêşanderan kir.