• Friday, 29 November 2024
logo

Ocalan Kemal Burkay û Şivan Perwer tund rexne kir

Ocalan Kemal Burkay û Şivan Perwer tund rexne kir
Di hevdîtina xwe ya bi parêzeran re, serokê PKK Abdullah Ocalan behsa hunermend Şivan Perwer û siyasetvan Kemal Burkay kir.

Ocalan diyar kir ku ew di van demên dawiyê de bi AKP re hevdîtinan pêk tînin û AKP hewl dide wan bibe Tikriyê.

Ocalan got, Burkay di televîzyonê de „li şûna me rexne dike, eger samîmî ye bila were bikeve nava xebata siyasî ya demokratîk…“

Ocalan got, AKP dixwaze wan bîne Tikriyê û bi wan ticaretê bike.

Ocalan wiha berdewam kir: „Gelo miletê Kemal Burkay û Şivan Perwer heye? Ez ji Şivan Perwer re dibêjim, bila were di nava çareseriya demokratîk de cih bigire, bila xwe nede bikaranîn, Eger ew bi AKP re hereket bikin, wê qîmeta wan di çavên gel de pênc peran jî neke“

Naveroka hevdîtina Parêzer û Ocalan di ajansa Firat de hatiye weşandin,

avestakurd
Top