Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye û şanda li gel kir
Di hevdîtinê de, Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye silavên Serok Komar, Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Tirkiye bi Serok Barzanî ragihand û balkişand li ser pêwendiyên di navbera her du aliyan de û tekez li ser wê yekê kir ku Hikûmet û gelê Tirkiye dixwazin wan pêwendiyan berev pêşve bibin ku bi awayekî li xizmeta berjewendiya her du aliyan bike.
Her wiha Cîgirê Wezîrê Derve rola Serok Barzanî di proseya siyasiya Iraqê de bilind nirxand û balkişand li ser wan pirsgirêkên siyasî ku heta niha bi bê çareserî mane û tekez jî li wê yekê kir ku çareseriya wan pirsgirêkan pêwîstî bi serkirdayetiya hekîmaneya Serok Barzanî heye û dûpat jî kir ku sebaret bi rewşa Iraq û navçeyê Tirkiye gelek bi girîngiyê ve temaşa dîtin û nêrînên birêz dike.
Serok Barzanî, bi xêrhatina Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiye û şande li gel kir û daxwaz kir ku bi heman awayî silav û rêzên wî bigihîne Serok Komar, Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Tirkiye û ragihand ku em jî dixwazin pirsên li nav Iraqê bihêne çareserkirin û aliyê nakokiyan jî zêdetir bêne pêş û em jî bi tu awayekî kêmterxemî li nêzîkkirina aliyan nakîn, ji ber ku aramiya Iraqa Federal aramiya Herêma Kurdistane û bi berevajiya wê jî heman awayiye û tekez jî li wê yekê kir ku hemû aliyê Iraqiyan divê girêdayî kirokiya wê peymanê bibin ku Hikûmeta niha ya Iraqê pêkaniye, ne zêdeçûn têda bihête kirin û ne jî kêmasî bê ji wê peymana ku li ser pêkhatine.
Li dawiya hevdîtinê de guhertinên dawiya navçeyê hate axaftin û her du alî nêrîna xwe sebaret bi wan guhertinan xiste rû.