Pirtûka neft û gaza herêma Kurdistanê a sala 2011 (Gas year&The Oil) hat ragihandin
Aştî Hewramî ragihand ku Herêma Kurdistanê herî kêm xwedan 45 milyar /bilyon/ bermîl neft e, tevî ku nêzîk 100-200 trilyon pê sêcar gaz li Herêma Kurdistanê heye û ew ê ku ta niha hatiye dîtin dê ji bo karebaya herêmê bê bikaranîn û ji bo wê jî 3 wêstgehên karebayê dê li Silêmaiyê, Hewlêrê û Duhokê bên avakirin.
Piştre, Berhem Salih da zanîn ku berê neft ji bo qirkirina Kurdan dihat bikaranîn, lê niha em dixwazin ji bo xweşiya gelê xwe bikar bînin. Her wiha ragihand ku ew ê gencîneyeke neftê deynin, da ku dahatiyên wê ji bo gel be.
Weke tê zanîn her sal ji aliyê wezareta derametên xweneft û gaza herêma Kurdistanê kitêbeke li ser siyaseta neft û gaza herêma Kurdistanê tê amade û çap kiri. Di kitêbê de bu hûrgilî behsa siyaseta herêma Kurdistanê ya di warê patrol û gazê de, kontraktên bi kompaniyên patrolê yê biyanî re hatoienîmza kirin û rêjeya nefta Kurdistanê tê bas kirin.