• Saturday, 30 November 2024
logo

Serok Barzanî 20emîn salvegera raperînê li gelê Kurdistanê pîroz kir

Serok Barzanî 20emîn salvegera raperînê li gelê Kurdistanê pîroz kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Li salvegera bi rûmeta raperîna Adara sala 1991, ku rojekî bi rûmeta dîrokî bû li karwana xebata gelê me da, pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê dikim bi sercem hemû pêkhatên wê ve û pîrozbahiya taybetiya xwe pêşkêşî malbatên serbilindê şehîdên raperîn û malbata hemû şehîdên tevgera rizgarîxwaza gelê me dikîn, hêvîdarîn ev salvegera pîroz herdem berdewam bê ji bo rê dana bi ezmûna demokrasî û parastina destkeftên me ku berhema salên dûr û dirêjê sîtem û zordarî û karesatên mezin bûye, berhema xwîn û hêstirê çavên gelê me bûye.

Hêvîdarim salvegera raperînê bibe demên komkirina me ya li ser yek armanc û ji bo pêkanîna yek armanc û tebayî û yekrêziya zêdetirê gelê me bê ku hemû ew planên nehezan dijî bi azadî û ezmûn û destkeftên me didîn, hêvîdarim em hemû vê salvegera rûmet bikîn palnerekî bi hêzê bergirîkirina wan mafên ku bi destê me ketine û parastina wan mafê rewayên li destûra bingehîna Iraqê da me bi cîh kiriye û hê jî nehatine hole. Berî hemûyan jî li gor maddeya (140) a destûr vegerandina navçeyê veqetandî li ser Herêma Kurdistanê.

Dûbare pîrozbahiya salvegera pîroza raperînê li we dikim ku têda îradeya gelê Kurdistanê bi serket û qonaxekî nû ya siyasî jî li Kurdistan û Iraqê li pişt xwe da anî.

Her şad û serfiraz û serkeftî bin


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
05/03/2011
Top