Talebanî piştgiriya pêşniyara Barzanî ji bo hilbijartinên pêşwext dike
Duh serokê Iraqê Celal Talebanî serdana herêma Kurdistanê kir û di guftûgoyên navbera wî û serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî de, behsa rewşa niha ya herêma kurdistanê hat kirin.
Piştî kombûna navbera serokê herêma Kurdistanê û serokê Iraqê, naveroka wê kombûnê ji alîyê herduyan ve ji mediyayê re hat ragihandin.
Di axaftina xwe de ya ji mediyayê re serokê Iraqê Celal Talebanî da nîşandan ku, ew spasîya serokê herêma Kurdistanê dike û piştgirîya pêşinyara wî ya di bareya encamdana hilbijartinên pêşwext de dike.
Serokê herêma Kurdistanê jî di axaftina xwe de ya ji mediyayê re da xuyakirin ku, bîr û nerînên wî û serokê Iraqê yên di bareya rewşa niha ya herêma Kurdistanê de wek hev bûne û ew dê bi hevdu re ji bo pêşkêşkirina çareseriyan bixebit in.
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di roja 03/03 de peyamek pêşkêşî hevwelatîyên herêma Kurdistanê kir û tê de, daxwaza encamdana hilbijartinên pêşwext û berînî yên herêma kurdistanê kir.
(NH)