• Friday, 29 November 2024
logo

Fuad Hisên: Serok Barzanî di demeke nêzîk de dê digel Parlamento, hikûmet û aliyê siyasiyî bicive

Fuad Hisên: Serok Barzanî di demeke nêzîk de dê digel Parlamento, hikûmet û aliyê siyasiyî bicive
Serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê ragihand ku serokê herêma Kurdistanê demeke nêzîk de çendîn hevdîtin û civînan digel serokayetiya parlamento, hikûmet û Partî û aliyê siyasiyên Kurdistanê saz dike.

Di vî derbarî de Fuad Husên roj 03.03.2011 di daxûyaniyek de ragihand ku demeke nêzîk de birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ji bo nirxandina rewşa niha ya Kurdistanê çendîn hevdîtin û civînan digel serokayetiya Parlamento, hikûmet û Partî û aliyê siyasiyan ji bo danistandina bîr û rayên li ser vê rewşê û çawayiya çareserkirinê encam dide.

Di beşekî dinê axaftina xwe de serokê dîwanê balkişand li ser wê yekê ku di vê civînê de behsa danîna bernameyeke ji bo encamdana çaksaziyê dihête kirin, ji ber ku berî sefera serok Barzanî bo derve, behsa amadekirin û pêkanîna projeyek digel hizb û aliyên siyasiyan bi mebesta encamdana çaksaziyê hatibû kirin.
Top