Konferensa sala Gaz û Petrolê li Hewlêrê birêve çû
Di vê konferensê de ya ku doh hat sazdan, serokê hikûmeta herêma kurdistanê Berhem Salih gotarek pêşkêş kir û tê de, behsa pêşkevtina biwarê samanên gazê û petrolê kir.
Serokê hikûmeta herêma kurdistanê daxwaz ji kompanyayên biyanî kir, ku ew çalakiyên xwe yên di biwarê gazê û petrolê de li herêma kurdistanê geştir û xurttir bikin û wan dilhêsayî jî kir, ku rewşa herêmê baş e.
Serokê hikûmeta herêma kurdistanê di vê gotara xwe de tekez û dupat û dubare kir, ku gas û petrola herêma kurdistanê ya hemû Iraqiyan e û da xuyakirin, ku êdî pirs û arêşeyên navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta herêma kurdistanê yên di vê bareyê de, hatine çareserkirin.
Di vê konferensê de nûnerên kompanyayên biyanî jî gotarên xwe pêşkêş kirin û di vê konferensê de, salnameyeka gazê û petrolê ya wezareta samanên suriştiyên herêma kurdistanê jî hat belavkirin.
PNA