Serokê Herêma Kurdistanê: Daxwaz ji Perlemanê dike nirxandina encamdana hilbijartina giştî ya pêşwext were kirin
Gelê Kurdistana têkoşer
Xuşk û birayên ezîz, carekî din serxweşiya xwe pêşkêşî malbata şehîdan dikim û hêviya şifayê ji bo birîndaran dixwazim. Daxwaz ji Dîwana Serokayetiya Herêm û Hikumeta Herêmê dikim ku her çi pêwîst bê ji bo çareserkirina wan birîndaran çareseriya wan bikin.
Ez gelek xweşhalim ku dibînim gencên me gihiştine astekî ku bi awayeke aştiyane û şaristaniyane daxwazên xwe pêşkêşî Parlemen û Hikûmetê û Serokê Herêmê û hemû aliyan dikin. Her wiha pêşniyarên gelek gelek baş û gelek bi nirx, eve jî delîla pêgihiştina gencên mene ku gelek xweşî û şadiye ji bo min, dilniyabin ku kesek hingî min we xweş navê.
Hûn zarokên vî gelîne û zarokê vê nîştimanê ne û paşaroj li ser şanê weye û ew emanete û bi hêviya xwedê bi serkeftî divê hûn bi encam bigihînin.
Rêzdaran xwepêşandan mafekî siruştiye û divê gelê me li xwepêşandanê de û li ra derbirîna êş û azarên xwe de azad bê. Ez naxwazim li Kurdistanek da bijîm eger mîlletê Kurd têda azad û serfiraz nebê.
Tenê tikaya min ewe, tikayekî birayane, ji bo parastina rewşa xwe û welatê xwe nehêlin ew xwepêşandan tu demekî tundutîjî lê bikevê. Madem derfeta we heye hûn her çi dixwazin bibêjin û her bîr û rayekî we ku heye derbibrin, Ji bo parastina rewşa xwe û welatê xwe hêvîdarim ku derfet nedin tu carek tundutîjî rû bide.
Dengê min li gel wan dengane ku daxwaza çaksaziyê dike, daxwaza dadperweriya civakî dike.
Xuşk û birayên birêz,
Piştî ku ez vegeriyam me nirxandineke tevahiya rewşê kir û gihiştim wê baweriyê, divê mu'aleceyekî esasî bihête kirin neku bi musekînat.
Daxwaz ji Parlemen û Hikûmetê dikim wan 17 xalên Parlemen bi cîh bikin û her xalekî din jî bihête pejirandin û pêşniyar kirin ku li xizmet û berjewendiya Herêm û xelkê Herêmê da bê. Divê proseya çaksaziya Hikûmet bi ciddî li ser berdewam bibê, daxwaz ji Parlemen û Hikûmetê dikim her çi zûtir hilbijartina encûmena parêzgehan encam bidin û her ji niha ve amadekariyan bikin. Lê belê mu'aleceya esasî bi raya min ewe vegerîne li ser raya gel, ji ber ku merce'iyeta me tenê xelkê Kurdistane.
Ez daxwaz ji Parlemenê dikim li gel aliyan guftugo bike ji bo nirxandina encamdana hilbijartina giştî ya pêşwext, da ku mîllet raya xwe û hukma xwe bide.
Xuşk û birayan...
Min li bihara 1991 daxwaza hilbijartinê kir, ji ber ku min xwest hûn azad bin û biryara çarenûsa xwe bidin. Ez serbilindim ku rola min li çespandina demokrasiya li Kurdistanê de hebûye û me sîstemek daniye ku ne Serokê heta hetayê heye, ne hizba hakim heye û ne Parlemena herdemî heye, lê belê mîllet berdewam heye û ev mîllet merca meye û ji bo wê yekê divê vê merce'iyetê bibînin û ew bi xwe biryar û hukma xwe bide.
Silav û rêz