Projeya Reforma Siyasî li Herêma Kurdistanê
Îro di civîneke hevbeş de ku li baregeha zimanhalê Tevgera Goranê Rojnameyê li Silêmaniyê hate sazkirin, nûnerê Goran û du endamên polîtbûroyên Yekgirtî û Komel, Projeya Reforma Siyasî li Herêma Kurdistanê ya ragihand ku ji 22 xalan pêk tê.
Projeya Reforma Siyasî li Herêma Kurdistanê pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê, Serokatiya Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Her weha nisxeyeke wê jî bo polîtbûroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê hatiye şandin.
Projeya Reforma Siyasî li Herêma Kurdistanê ya 22 xalî ev e:
1-Bi armanca pêdaçûn û pesendkirina wê bi lihevkirina di navbera grûpên parlamentoya Kurdistanê de(dijbere û Kurdistanî), vegerandina reşnivîsa destûrê bo parlamentoya Kurdistanê,
2-Pêkanîna komîsyona bilind a hilbijartinên herêmê ji kesên bêalî,
3-Pêkanîna desteya nehiştina gendeliyê ji kesên serbixwe û pêkanîna lêpirsînê digel gendelkaran,
4-Derxistina yasayeke taybet bi nehiştina gendeliyê,
5-Guhertin û serastkirina peyrewa navxwe ya parlamentoyê bi lihevkirina di navbera partiyên dijber û Lîsteya Kurdistanî,
6-Guhertin û serastkirina yasaya xwepêşandana bi lehevkirina di navbera partiyên dijber û Lîsteya Kurdistanî,
7-Yekxistin û bipîşeyîkirina herdu dezgehên asayîşê bi curek ku desthilata bicihanînê nemîne û vegerin ser wezareta navxwe,
8-Yekxistina û bipîşeyîkirina dezgehên asayîşa navxwe (wezareta navxwe),
9-Yekxistin û bipîşeyîkirina hêza pêşmerge ya Kurdistanê,
10-Bicihkirina bêlayenî û serbixweyiya desthilata dadwerî û pêkanîna pêdaçûnê di pêkhateya niha ya civata bilind a dadwerî û dadgeha temîzê de,
11-Aktîvkirna dezgeha dawakariya giştî û cihêkirina wê ji wezareta dadê û girêdana wê bi civata bilind a dadweriyê,
12-Vegerandina mal û mulkên giştî yên ku partî û aliyên siyasî dest bi ser de girtine,
13-Guherîna pêkhateya hizbî ya dezgehên Zanyarî, Parastin û Dijîterorê bo pêkhateyeke asayîşa neteweyî ya ser hikûmetê li ser bingeha pîşeyî û bêaliya serbixwe,
14-Rêxistina têkiliyên di navbera partî û hikûmetê bi curek ku hemû desttêwerdanên hizbî yên bo karûbarê hikûmet û desthilatên destûrî
nehêle,
15-Guherîna wezîr û wekîl û wezîrên pêşmerge, navxwe, darayî û samanên sirûştî û li şûna wan danîna kesên serbixwe û teknokrat,
16-Desteberkirina serbixweyiya zanîngehan û navendekirina xwendina bilind û nehiştina hemû cure desttêwerdanên hizbî,
17-Aşkerekirina hemû jêderên dahat û dabeşkirina dahatê bi awayekî adîlane, aşkere û şefaf di budceyê de,
18-Ji bo destpêka îdareyên mehelî, guhertin û serastkirina yasaya civata parêzgehan û pêdana desthilateke bêtir bi civata parêzgehan,
19- Di nav dam û dezgehên wezaretên pêşmerge û navxwe de, qedexekirina karê hizbî,
20- Birîna alîkariya darayî ya dam û dezgehên ragihandinê yên partiyên desthilatdar û medyaya sîber û hemû rêxistinên ku li jêr navê civaka sivîl samanê giştî heba dikin.
21- Piştî ragihandina vê projeyê, bila di maweya mehekê de yasa û biryarên taybet bi her yek ji van xalên jorê bê derxistin û di maweya du mehan de jî bên bicihanîn.
22- Di haleta bicihnebûna van xalên jorê di maweya diyarkirî de ku di xala 21ê de hatiye, bila serokê herêmê biryara hilbijartina pêşwext rabigihîne û hikûmeteke yekîtiya niştîmanî serperiştiya wê qonaxê û hilbijartinan bike.
(AKnews)