Dê ji niha û pê ve televiziyona Perlemana Kurdistanê bi xwe kombûnan veguhêze
Kemal Kerkûkî got, ku dê ev televiziyona han (televiziyona parliyamenta herêma kurdistanê) bibe dengê gel û da nîşandan, ku divê pirs û arêşeyên hevwelatîyan bihên çareserkirin û daxwazên wan bi cih bihên.
Di evê kombûnê de ya ku doh hat sazdan, behsa gendelîyê (fesadê) jî hat kirin û hat daxwazkirin, ku ev dîyardeya han (ev fenomenona han) bi awayekî qanûnî bihê çareserkirin.
Endamên parliyametê di evê kombûnê de behsa budceya evê salê jî kirin û daxwaz kirin, ku guft û go û gengeşeyên têr û baş li ser budceyê bihên kirin û di kombûna bihê jî de bihê pesendkirin. PNA