• Friday, 29 November 2024
logo

Li girtîgeha Urmiyê 10 kes hatin darvekirin

Li girtîgeha Urmiyê 10 kes hatin darvekirin
Di girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyeyê de 10 kes hatin darvekirin ku di nav de 2 jin jî hebûn.

Li gor nûçeya Kempeyna Berevanî ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê, şeva Yekşemî, 28’ê Şibatê, di girtîgeha Navendî a bajarê Urmiyê de 10 kes ji wan 12 girtiyên ku biryar bû bihên darvekirin, biryara han hat cî bi cî kirin û demjimêr 1’ê nîvşev di heman girtîgehê de hatin darvekirin û termê wan bi malbatên wan hat dayîn. Di nav wan de 2 jin jî hebûn ku heya niha pênaseyên wan nerohn in.

Navê 3 kes ji darvekiriyan ku ji aliyê Kempiyna Berevanî ji Girtiyên Siyasî ên Netewên Îranê ve hatiye belavkirin, pêkhatine ji:

1. Hemîd Behadurî, xelkê gundê Hisarê ser bi devera Berandêza Urmiyê
2. Seyad Ensarî, xelkê Omerava ya devera Urmiyê
3. Bêhzad Hinare, xelkê devera Biradosta Urmiyê

Hêjayî gotinê ye ku êvareya roja Yekşemî, xelkê bajarê Urmiyê piştî haydarbûn ji egera darvekirina wan girtiyan bo nîşandana nerazîtiya xwe li ber Parêzgeha wî bajarî kom bûn û pevçûn di navbera xelk û hêzên rejîmê de çêbû.
Sedem yan sedemên darvekirina wan 10 kesan ji aliyê çavkaniyê ve nehatiye ragihandin.

D.M/avestakurd
Top