• Friday, 29 November 2024
logo

Xelkê Kerkûkê bi deste GULAN pêşwaziya Pêşmerge kirin

Xelkê Kerkûkê bi deste GULAN pêşwaziya Pêşmerge kirin
Dema ku hêzên pêşmerge çûn nav bajêrê Kerkûkê, xelkên bajêrê Kerkûkê destkên gulan pêşkêşî wan kirin. Niha rewşa bajêrê Kerkûkê bi giştî hatiye kontrolkirin û hemû neteweyên nav bajêrê Kerkûkê, şadbûna xwe didin nîşandan ji ber ku êdî ewledarî li bajêrê Kerkûkê çê bûye.

Şandeyeka Yekîtîya Mamostayên Kurdistanê serdana bingeha hêzên pêşmerge kir û berpirsê ragihandina Yekîtîya Mamostayên Kurdistanê Ebdulwahid Muhemmed, di vê bareyê de bêjedanek da.

Ebdulwahid Muhemmed di vê bêjedana xwe de da nîşandan, ku ew bi saya serê hêzên pêşmerge êdî di nav ewledarîyê de dijîn, piştî ku jîyana wan hemû bûbû tirs û toqandin û nexweşîyên mezin.

Piştî Yekîtîya Mamostayan, çend rêxistinên dinên sivîl jî serdana hêzên pêşmerge kirin û şêrînayî pêşkêşî wan kirin. Berpirsa federasiyona rêxistinên civaka sivîl Ronak Elî jî di vê bareyê de bêjedanek da.

Ronak Elî got: ez bi navê xwe û bi navê çend rêxistinên civaka sivîl, spasîya hêzên pêşmerge dikim, ji ber ku wan hêminî û aramî ji hemû welatîyên bajêrê Kerkûkê re berdest kirin. Em ji dil spasîya wan dikin.

Berpirsê Komeleya Jîn a kêmendaman Ebdulwahid Ebdullah jî di vê bareyê de got: em dixwazin hêzên pêşmerge li Kerkûkê bimînin û venegerin. Em dixwazin ev hêminî û aramîya ku niha çê bûye, êdî her berdewam be.

Berpirsê hêza pêncem a fermandarîya hêzên Zêrevanîyê Necat Elî jî di vê bareyê de ji PNA re got: ez bi xwe dilşad im, ku her roj şandeyên nav bajêr serdana me dikin û ji me re didin xuyakirin, ku ew piştgirîya me dikin.

Pêdivêyî nîşandanê ye, ku hêzên pêşmerge ne tenê Kurdên nav bajêrê Kerkûkê diparêzin, belê hemû pêkhat û welatîyên nav bajêrê Kerkûkê jî diparêzin. PNA
Top