• Friday, 29 November 2024
logo

H.H.Kurdistanê biryar da hemû milkên giştî ji partiyê siyasî bistîne

H.H.Kurdistanê biryar da hemû milkên giştî ji partiyê siyasî bistîne
Di biryara Civata Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya hejmar (2418) de li roja 27 Şibatê bi îmza Berhem Salih Serokê hikûmetê, biryar hate dan bo pêkînana komîtek taybet bo vegerandina mulkên giştî ji hikûmetê re, ku di wê komîtê de nunerên hemû parêzgehan û îdara germiyan jî têde ye.

Derbarê vê yekê Kemal Nûrî rêveberê perwerda malbenda Silêmaniyê ragehand: piştî serhildanê û heta niha nêzîkî 19 avahiyên xwendingehan ji aliyê part û awarebûyan ve hatine dagîr kirin û xweşhaliya xwe jî bi biryara hikûmetê bo vegerandina wan avahiyan bo perwerdê nîşnda.

Ferîdûn Ciwanroy berpirsê nivîsîngeha mekteba siyasî li Silêmaniyê di axaftinekê de bo radiyoya Nawxo ragehand ku 100% ew li gel wê biryarê ne û amade ne hemû ew mulkên hikûmetê ku ji aliyê li cem partiye radestî hikûmeta herêmê bikin.
Top