• Friday, 29 November 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Heta rewş hêwir nebe Pêşmerge venagerin

Gulan Media February 28, 2011 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Heta rewş hêwir nebe Pêşmerge venagerin
Piştî ku daxuyannameyên gef û herreşeyan ji alîyê çend grûp û alîyên Erebîyên Kerkûkê ve, li dijî kurd û hemû dam û dezgehên partayetî hatin belavkirin, cihgirê serokê PDK Nêçîrvan Barzanî di kongireyeka rojnamevanî de ragihand, ku êdî heta rewşa bajêrê Kerkûkê hêwir û hêmin nebe, hêzên pêşmerge jî ji bajêrê Kerkûkê naderkevin. Ev ragihana han a cihgirê serokê PDK piştî kombûna li Kerkûkê ya hemû part û alîyên kurdistanê hat ragihandin.

Di vê kombûnê de ya ku duh li bajêrê Kerkûkê hatibû sazdan biryar hat dan, ku heta rewşa bajêrê Kerkûkê asayî (normal) nebe, hêzên pêşmerge jî ji bajêrê Kerkûkê û dora wê dernakevin.

Di kongireya rojamevanîya piştî sazdana vê kombûnê jî de, naveroka vê kombûnê hat pêşkêşkirin û hat ragihandin, ku hemû part û alîyên kurdistanî di bareya evê rewşê de hevhizir û hevraman bûne.

Nêçîrvan Barzanî got: heta rewşa bajêrê Kerkûkê xweş nebe, pêşmerge navegere. Pêşmerge ne ji bo xerabkirina rewşa Kerkûkê hatiye. Belê rewş xerab bûye û divê hêzên pêşmerge li vir bin, da ku ser û malên hevwelatîyan paraztî bin.

Biryar jî hat dan, ku komîteyek ji partîyên kurdistanî pêk bihê, da ku lêkolînan di bareya doz û daxwazên xelkê de bike û pîkol jî bihên kirin, da ku guherîn û sazkarî bihên encamdan û doz û daxwazên xelkê jî pêk bihên.

Nêçîrvan Barzanî got: em daxwaza bi cihanîna maddeya 140 dikin da ku hemû pirs û arêşe bihên çareserkirin. Em guherînên pêdivêyên ku gerek li Kerkûkê jî bihên kirin, ji rêvebirîya Kerkûkê bi xwe re dihêlin. Ew berjewendîya xwe baştir dizanin. PNA
Top