Hêzên Dijî Terorê li Silêmaniyê 4 terorîst kuştin
Çavkaniyekê ji hêzên Dijî Terorê got: ‘’Rêxistina El-Qaîde hatiye nav Herêma Kurdistanê û piştî şopandineke bi hûrbîn ji aliyê hêzên dijî terorê û bi hevkariya çend aliyên din, şeva çûyî li nêzîkê Kargeha Cilûbergên Amadekirî ya Silêmaniyê, hêzên dijî terorê karîn 4 terorîstan bikujin.’’
Ew gropa han ji navçeya Şarbajêr ve hatine bajarê Silêmaniyê û xwestine li nav bajêr karên terorîstî encambidin, lê hêzên dijî terorê plana wan eşkere kir û karîn wan bikujin.