Nêçîrvan Barzanî: Pêwist e hikûmet daxwazên xelkê pesend bike
Derbarê bûyerên Herêma Kurdistanê û Kerkûkê de jî Nêçîrvan Barzanî wiha axifî: ‘’Roja înê ligel serkirdayetiya YNKê bi mebesta çavdêriya pêşhate û geşedanên Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanê da ji nêzîk ve bişopînin me odeyeke operasyonan a taybet danî. Hêzên pêşmerge jî di amadebaşiyê de bûn, wezîrê pêşmerge jî serdana Kerkûkê kir. Ev amadebaşiya han bo rûbirûbûna her pêşhateyekê bû ku li van navçeyan were pêş. Herwiha cihê kêfxweşiyê ye ku pêşmerge û hikûmeta herêmê pir cidî bûn da nehêlin rewşa Kerkûk û navçeyên hatine veqetandin têk biçe.’’
Li ser civîna navbera YNKê û Tevgera Goran de jî Barzanî nerînên xwe wiha anîn ziman: ‘’Her civîn û rûniştineke bo aramkirina rewşa Silêmaniyê bê kirin, em ê tê de beşdar bibin û berê ji aliyê YNKê ve ji me re hatibû gotin ku ligel Tevgera Goran dicivin. Beyannameya doh a YNKê jî têr dike bo wêya nîşan bide peywendiyên navbera YNK û PDKê stratejîk in.’’
Nêçîrvan Barzanî, şahî û piştgiriya Hewlêrê di roja înê (25.02.2011) de bi awayekî baş wesif kir û wiha pêde çû: ‘’Serkirdayetiya PDKê sipasiya xelkê Hewlêrê dike, wan îspat kir ku dixwazin aramî hebe. Em hêvîdar in ew aramiya han bo bajarên din bi taybetî jî bajarê Silêmaniyê vegere. Herwiha sipasiya xelkê Dihokê jî dikim ku wan jî bi festîvaleke xweş aramiya bajêr îspat kirin. Evna peyamek bû bo wan hemû kesên ku dixwestin rewşa aram ya Kurdistanê têk bidin.’’
Derbarê rola kanalên ragehandinê de jî di rewşêm wiha de Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Dezgahên ragehandinê divê bi awayekî zêde berpirsyar tevbigerin, bi taybetî di vê rewşa niha ya Kurdistanê de. Pêwist e rastiyê bighînin xelkê û nabe xelkê bixin tevgerê da rewşê têk bidin. Mixabin em dibînin hinek dezgahên ragehandinê wî karî dikin û bi baweriya min ew ne karekî rast e.’’ Rûdaw