• Friday, 29 November 2024
logo

Peyama Serok Barzanî bareya rûdanên vê dawiyê

Gulan Media February 27, 2011 Nûçe
Peyama Serok Barzanî bareya rûdanên vê dawiyê
Hemû xelkên herêma kurdistanê, bi dilgiraniyek mezin li bûyerên van çend rojên derbasbûyî dinerin, ku bûn egerê anijiyanbûna çend hevwelatiyan. Ez bi xwe anijiyanbûna her hevwelatiyekî evê herêma me wek sosreteka mezin dibînim, ku nahê qebûlkirin û nahê pesendkirin.

Di demekê de ku dibe hinek kes bixwazin, sosreta evê bûyerê li angora sûda xwe bi dawî bihînin, ez jî dixwazim nerîna xwe û hemû ewên ku ji kurdistanê hez dikin, di bareya dijwariya evan çend rojên derbasbûyî û ewan xwepêşandanan de û çawa ew ji rê derxistin şirove bikim.

Bê ku alîgiriya siyasî, oldarî û cihê ji dayikbûnê bihên diyarkirin, hemû hevwelatiyên herêma kurdistanê wek hev in û divê li ber qanûnê jî, bi evî awayî dan û standin bi wan re bihê kirin. Hevwelatiyên herêmeka demokratîk jî, ji mafê wan e ku xwepêşandanên aştiyane bikin. Ji mafê hemû kesan e, ku kombûnên cemaweriyên aştiyane encam bidin, partiyên siyasî pêk bihînin û beşdariyê di hilbijartinan de bikin. Hevwelatî dikarin dengên xwe bidin ewan aliyan jî, ewên ku di hukûmetê de nûneriya wan dikin.

Bê ku alîgiriya siyasî li ber çav bihê girtin, em hemû hevwelatiyên kurdistanî ne. Dibe em hemû di bareya çend siyasetên taybetî de ne wek hev hizir bikin û nerînên me di bareya awayên karê hukûmetê de ne wek hev bin, belê bi tevî evê çendê em xwişk û birayên hev in. Ji ber evê çendê, divê em rêzê li dezgehên xwe bigirin û prosesa demokratîka herêmê jî ewê derfetê dide me, ku em bi awayekî aştiyane dan û standinan bikin û cudayiyên navbera xwe kêm bikin. Dengê xelkê me biryarê li ser çarenivîsa siyasiya welatê me dide. Nabe ev prosesên han hemû bi tundiyê û dijwariyê û bi pîkolên neberpirsyarane bihên encamdan, da ku bi rêya hêzê daxwaz bihên sepandin û bi cihanîn. Encamdana karekî weha giringî û giraniya evan buhayan kêm dike, ku ew li nik me giring in û hemû mafên dinên ku me wan bi rêya demokrasiyê bi dest xistiye jî, dixe xeterê de. Ji bilî evê çendê, anarşizim çê dibe yan jî diktatoriyet çê dibe, ku tê de hez û daxwaza kêmberekê biryarê li ser çarenivîsa pirraniyê dide. Hemû xelkên Iraqê jî encamên sistemeka weha, baş dizanin û em bi dilhêsayî dibêjin, ku em li evê qonaxê navegerin. Di biwarê pêkanîna armancên hevpişkên me yên demokratîk de, nabe em ewan nirxên bilind ji dest bidin, ewên ku em dixwazin wan biparêzin.

Wek hevwelatî jî, ew berpirsyarî di stûyê me hemûyan de ye, ku em aramî û ewledariya civaka xwe biparêzin. Ev berpirsyariya han di stûyê me hemûyan de ye, ku em asayişê û ewledariyê ji hevwelatiyan re berdest bikin û mal û milkên wanên taybetî biparêzin û rêzê li mafên mirov bigirin. Her di evê çarçêweyê de, divê em bi hev re li dijî her kirdareka dijwar û kesekî birawestin, dema ew pîkolê bike, ku mafê kes û hevwelatiyan ji wan bistîne. Em gelê kurd, me gelek şerr kiriye, gelek nexweşî dîtiye, me zarok, bira, xwişk, dayik û bav ji dest daye û hemû ew pîkol û qurbanîdan jî ji bo pêkanîna aştiyê û azadiyê bûne.

Her ji ber evê çendê, divê em rê nedin ewan kesan, ewên ku dixwazin me bikin dijminên hev an dixwazin pîkolên me yên qanûnî li angora berjewendiyên xwe bi dawî bihînin. Armanca me hemûyan yek e û ew jî hebûna kurdistaneka bi hêz, demokratîk, aram û pêşkevtî ye. Divê em hemû li dijî dijwariyê bin û em di evê bareyê de armanca wê û ewê ku li pişt e, li ber çav negirin. Dema ku avayiyeka hukûmetê yan partiyekê dikeve ber êrîşê de û dihê şewitandin, dema ku ziyan digihêjin xwepêşanderan û teqe li polîsan dihê kirin, mafên hemû kesekî dihên binpêkirin. Kipkirina kanaleka televiziyonî yan kesekî ku nerîneka cuda pêşkêşî xelkê dike, ji me hemûyan re tiştekî nexweş e û divê mafên hemû kesan wek hev bin.

Her ji ber evê çendê, divê em hemû wek civak xwedî yek dengî bin û li dijî kêmbereka radîkal bin. Ewên ku êrîşî xwepêşandanên aram jî dikin, cihê wan di nav civaka me de nîne. Ewên ku dixwazin kanalên mediyayê bişewitînin an êrîşî hevwelatiyan bikin, ji ber ku nerînên wan ên cuda hene yan milk û baregeha partiyekê biherrifînin an polîsekî bikujin, di nav civakeka azad û demokratîk de, ku rêvebiriya wê li angora qanûnê ye cihê wan nabe.

Her ji ber evê çendê, peyama min ji ewan kesan re ewên ku ji kurdistanê hez dikin ev e, ku tenê ewên piştgiriya aştiyê dikin bi min re ne. Herkesê ku bixwaze karên dijwar bike yan mafên hinekên din binpê bike, cihê wî li kurdistanê nîne.

Di maweya evan çend rojên derbasbûyî de, gelek kesan piştgiriya xwe ji bo serxistina aştiyê dubare kirin û peyama Aştî-Aştî-Aştî ya wan jî, ya me hemûyan e. Bila xwişk û birayên me yên ku ji kurdistanê hez dikin, kar ji bo rêzgirtina ji pêşkevtina aştiya herêma me re bikin. Bila hemû berpirsên siyasî amadebûna xwe ji bo encamdana dan û standinên hêmin, aram û aştiyane û bê cudayî bidin nîşandan. Bila em hemû bi hev re kar bikin da ku em bigihêjin armancê. Rêya me jî dûr û dirêj e. Divê sazkariyên siyasî û civakî pêk bihên. Divê derfetên nû çê bibin. Divê gendelî nemîne. Êdî li her cihekî jî be, gerek cudayiyên navbera me nebin egerê parçebûna me, belê divê ew me bi hêztir bikin. Heryek ji me dikare bîr û nerînên xwe pêşkêş bike û em dikarin bi awayekî rêxistî û bi niyazeka baş rikberiyê bi hev re bikin, da ku herêma me ber bi pêş ve biçe. Evaya gewherê demokrasiyê ye. Hevgirtina me di dema hebûna cudayiyên navbera me de, dibe egerê pêkanîna xewnên me.
Top