Mesrûr Barzanî: Bi biryara seroaktiya siyasiya Kurdistanê hêzên pêşmergey bo Kerkûkê hatin hinartin.
Şandeya mêvan rola saziyên asayîşê di parastina aramî û îstîqrara herêma Kurdistanê û parastina serûmalê hevwelatiyan bilind nirxand û got ku ji sedemê wê aramiya heye, warê abûrî û pirosesa demokrasiyê li herêma Kurdistanê gelek baş pêşkeftine.
Her di dîdarê de rewşa herêma Kurdistanê, rewşa wîlayetên Mûsil û Kerkûkîê jî hatin nirxandin.
Mesrûr Barzanî di axavtina xwe de behsa rewşa herêma Kurdistanê kir û got:
- Pirosesa demokrasiya herêma Kurdistanê di qonaxeke werçerxanê de ye. Heqê hevwelatiyan e ku di çarçoveyê şerîiyeta saziyên destûriyên herêma Kurdistanê de û bi awayekî aştiyane û dûr ji têkdan û şidetê, daxaza reforman û xizmetgozariyên zêdetir bikin.
- Me rêz û hurmeyteke mezin ji bo wî cemawerê xwe yê xweştivî heye ku ji bona kurdistaneke bihêztir û xizmetgozartiyên zîdetir, bi awayekî medenî û dûr ji têkdan û şidetê daxazên xwe berçav dikin. Lê em bi tu awayî rê nadin ku hindek kes û alî bi navê xwenîşandanan qanûnê bin pê bikin û îstîqrar, aramî û jiyana hevwelatuyan têkbidin.
Serokê ajansa parastina emniyeta herêma Kurdistanê (Parastin) ê ji şandeya mêvan re behsa rewşa Kerkûkê kir û got:
- Grûpek ji kevine Bassiyan, terorîst û ew şovenên ereb ku baweriya wan bi Îraqa nû nîne û dijî mafên destûrîyên hevwelatiyan in, dixwast jiyana hevwelatiyên Kerkûkê bêxine di xeterê de û êrîşî kurdan û saziyên hikumî bikin û îrada Bassiyan û şovenan feriz bikin. Di vê çerçoveyê de, ji bona parastina serûmalê xelkê Kerkûkê û rê girtin li pêşiya terorstî û Bassiyan, bi biryara seroaktiya siyasiya Kurdistanê hêzên pêşmergey bo derdûrên Kerkûkê hatin hinartin. Ew hêzên pêşmerge dê bi hevahengî digel leşkerê Îraqê, polîs û hêzên hevpeymanan aramî û îstîqrara Kerkûkê ji terorêstan û Bassiyan biparêzin.