• Friday, 29 November 2024
logo

Mehmûd Sengawî: Hêzên pêşmerge ji deverên Xaneqîn û Celewla dernakevin

Gulan Media February 27, 2011 Nûçe
Mehmûd Sengawî: Hêzên pêşmerge ji deverên Xaneqîn û Celewla dernakevin
Berpirsê devera Germyan ê hêzên pêşmergeyên kurdistanê Mehmdûd Sengawî ragihand, ku niha rewşa deverên Xaneqîn û Celewla aram e, hêzên pêşmerge amade ne û ew ji deverên Xaneqîn û Celewla jî naderkevin.

Mehmûd Sengawî di vê bareyê de ji PNA û radiyoya Zagros re da xuyakirin, ku hêzên pêşmerge bi ser ti malan de negirtine û neçûne nav bazarê jî, belê ew tenê çavdêrîya rewşê dikin.

Mehmûd Sengawî got, ku heger malên Kurd û Ereban bikevin ber êrîşên terorîstan de, dê hêzên pêşmerge piştevanîya hêzên polîsan bikin û di rûyê terorîstan de birawestin.

Di evê bêjedana xwe de Mehmûd Sengawî tekezî li ser ewê yekê kir, ku ewa doh çê bû ne xwepêşandan bû, belê pîkoleka Be`sîyan bû û wan bi aşkirayî jî wêneyên Seddam Huseyn bilind kirin.

Mehmûd Sengawî got, ku heger ew hêza pêşmerge li wir nebûya, dê alozîyek mezin çê bibûya.

Di bareya rola hêzên supayê Iraqê jî de Mehmûd Sengawî got, ku wan evê sibehê spasîya hêzên pêşmerge kirin, ji ber ku hêzên pêşmerge ewledarîya evan deveran paraztin.

Mehmûd Sengawî got: em li vir in, da ku em ser û malên Kurdan, Ereban, Turkmanan û hemû hevwelatîyan ji terorîstan biparêzin.
Top