• Friday, 29 November 2024
logo

Di xwepêşandanên İraqê de 40 kes hatin kuştin

Gulan Media February 25, 2011 Nûçe
Di xwepêşandanên İraqê de 40 kes hatin kuştin
Li gor agahiyên destpêkê heta niha di xwepêşandanên ''Roja Acizî ya İraqê'' de 39 xwepêşander û polîsek hatine kuştin, herwiha xwepêşanderan agir berdane avahiya Parêzgeha Mûsilê û çend binkeyên polîs li qezaya Hewîce.

Herwiha li gor daxwiyaniyên polîsan, di dema êrîşkirina ser avahiya Parêzgeha Mûsilê de û bikaranîna çekan ji aliyê polîsan ve bi mebesta belavkirina xwepêşanderan 37 xwepêşander hatine kuştin û 130 kesên din jî birîndar bûne.

Hat ragehandin ku xwepêşanderan êrîş biriye ser avahiya Parêzgeha Mûsilê û avahî şewitandine. Li gor malpera Sumeriye News, Serokê Parlamentoya İraqê Usama Nûcêfî û Parêzgarê Mûsilê Esîl Nûcêfî di nav bînaya parêzgehê de asê mane, lê belê hîç çavkaniyeke din evna piştrast nekiriye.

Ji aliyekî din ve li qezaya Hewîce ya ser bi Kerkûkê ku hatiye Erebkirin û piraniya daniştvanên wê Ereb in, dû xwepêşander û polîsek di xwepêşandana îro de hatin kuştin. Herweha baregehên hizban, di nav de bînayeke YNKê û çend binkeyêm polîs hatin şewitandin, hemû bînayên hikûmî jî li nehya Riyaz a hewîce ji aliyê xwepêşanderan ve hatine dagîrkirin.

Ligel tedbîrên dijwar ên ewlekariyê li Meydana Tehrîr ya Bexda jî xwepêşandan hat kirin û helîkopter bi ser bajêr de difirin. Xwepêşander ku tê texmînkirin jimareya wan bighe 4 hezar û 500 kes sloganên wiha bilind dikirin; ''Na bo bêkarî, na bo Malikî, petrola gel bo gel, ne ku ji bo dizan.''

Di dema xwepêşandana Bexda de jimareyek peyamnêr û wênegir hatin girtin, ji wan wênegirê televizyona Misir, Reuters, kanala Hurre û kanala Bexdadiye ku hatiye qedexekirin li İraqê. Li Bexda rê nehat dayîn xwepêşandan rasterast bê veguhestin. (Rûdaw)
Top